Li Ser Kurdên Bi Zimanê Xwe Yî Dayikê Nanivîsin

in #kurdi6 years ago

Em li ser Facebookê û Twitterê û li ser Androidê yan Windowsê yan Apple'ê herdem bi zimanên biyanî dixwînin û dixebitin. Eger yek ji van tiştekî Kurdî derdixe, li der û doran dibe kêf û dawet û aheng li ser medyayên sosyal digihê xaniyê raketinê û nivîna xwedê.

Lê dîsa, Facebook'ciyên minên delal û birêz,hertiştî bi Erebiya xwe ya qorrê, bi Tirkiya xwe ya torrê û Farisiya xwe şorê berdewad dikin û li ser erd û xaka Kurdistanê jî xwe dikin Helbestvanên edebiyata Erebî, romannivîsên wêjeya Tirrekan û siyasetmedarên bi nav û deng û xwedî doz û ceng.

Jan Dost û Nazim Hikmetên gelê me, hûn bi ramanên wekhevî û biratî bi zimanên biyanî dinivîsin, lê nasnameya çand û kultûra Kurdan ya di bin xeterek pir mezin de ye ji rewşa wê ya pîs hilnetînin û çanda gelê xwe pêşvenaxin.

Gava cîranên me yên nijadperest û şovînîst ziman, çand û nasnameya Kurdan qedexe dikin, ew pirsgirêka ne bi tenê pirsgirêkeke siyasî polîtîkî ye. Ew pirsgirêkeke çandî ye ku îç û koka nasnameya gelê me qedexe dikin. Ew hebûna me qedexe dikin.

Ev ne bi tenê cengek bi tifing û çekan e, ev cenga cengek çandî ye. Cengek kultûrî ye. Cenga nasnameya Kurdewarî û Kurdayetiyê ye. Ev cenga ziman û çanda Kurdî cenga hebûn û nebûnê ye. Ya tu di vê cengê de zimanperest û çandperestî, ya jî tu bi karê xwe alîkariya windabûn û zi'îfbûna çand û zimanekî de aktîv î.

Coin Marketplace

STEEM 0.18
TRX 0.14
JST 0.029
BTC 57849.42
ETH 3122.29
USDT 1.00
SBD 2.43