Silav hevalên min yên hêja! - Selahadîn Demîrtaş

in #hdp6 years ago (edited)

Hûn dizanin li girtîgehê bi ketilê ez dikarim twittan bavêjim, lê WhatsApp di ketilê de kar nake 🙂 Ji ber vê sedemê ez peyama xwe bi nivîsa dest ji were dişînim. Daxwazeke biçûk a min ji we heye; navenda medyayê ji bo HDP’ê girtiye, medyaya civakî jî heta cihekê bi bandore û bi vê rastiyê re em tevger bikin û bi awayeke aktîv beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.

Bi taybet em xwe bigihînin hemwelatiyên bi guman û di derbarê me de xwedî pêşbiryarin, ez hêvî dikim ku hûn polîtikayên me yên di mijara aştî, demokrasî û jiyana hevpar de bi biryar ragihînin.Ji bo jiyaneke xweş û çima dengê xwe bidin HDP’ê , dengê xwe bidin Demîrtaş divê bi sebir hûn vêya baş bidin fêmkirin û herî kêm 3 kesan qane bikin.


Di vê mijarê de ez bi we bawerim. Ji ber ku nefes û dengê min hûn in.Bi vê boneyê daxwaz dikim ku Remezana pîroz bibe wesîleya xêran, ez ji were silav û heskirinên xwe dişînim.
Not: Vê peyamê herî kêm bişînin 100 kesan re wê baş be. Hûn dizanin ketilê min kar nake :).

Coin Marketplace

STEEM 0.28
TRX 0.11
JST 0.034
BTC 66272.75
ETH 3183.00
USDT 1.00
SBD 4.09